Rêveberiya Xweser bi desthilata Şamê beşa perwerdehiyê nîqaş kir

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  Xelef El Meter destnîşan kir ku desteyê bi Wezareta Perwerdê ya desthilata Şamê re dest bi diyalogê kir.

Rêveberiya Xweser bi desthilata Şamê beşa perwerdehiyê nîqaş kir
20 adar, 2025   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter diyar kir ku wan bi Wezareta Perwerdê ya desthilata Şamê re gelek mijarên girêdayî rewşa perwerdehiyê ya li Sûriyeyê, rewşa perwerdehiyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin.

HÊSANKIRINA PÊVAJOYA TOMARKIRINÊ

Der barê tomarkirina xwendekaran de, El Meter ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re amaje kir ku deriyê tomarkirina xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna nehatiye vekirin û bi Wezareta Perwerdê ya desthilata Şamê re koordîna tê kirin ku mekanîzmeya elektronîk a tomarkirin bi pêş bikeve da ku xwendekar bikarin bi hêsanî tev li ezmûnan bibin. Her wiha nîqaş li ser dirêjkirina dema tomarkirinê hatin kirin ku şans ji ser tu xwendekarî neçe.

El Meter diyar kir ku wê hûrgiliyên mekanîzmeyên tomarkirinê bi rêya dezgehên çapemeniyê yên Rêveberiya Xweser û desteyên perwerdê yên li kantonan werin ragihandin û got ev gav ji bo misogerkirina siberoja perwerdehiyê ya herî îstîqrar ji xwendekaran re, ye.

GAVA BER BI GEŞKIRINA HEVKARIYÊ VE

Ev diyalog, piştî peymana di navbera QSD’ê û Şamê de hatiye îmzekirin, pêk hat.

El Meter anî ziman ku armanca sereke ji vê diyalogê derfet li pêş hemû xwendekarên li deverên Sûriyeyê di nav de jî herêmên Rêveberiya Xweser were vekirin û got: "Em hewl didin çareseriyên ku mafên xwendekaran di perwerdehiyê de misoger bibe, bibînin."

(mh/fr)

ANHA