Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê

Di maleke welatparêz de mezin bû, ji zarokatiya xwe ve bi hezkirina şoreşê ve girêdayî bû, ji ber wê jî biryar da ku di rêya şehîdan de bimeşe.  Hezna Ebdê, Jina ku jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kir, heta kêliya şehadeta xwe li bendava Tişrînê di refên herî pêş ên berxwedanê de bû.

Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê
Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê
Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê
Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê
Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê
Sembola têkoşîna gel Hezna Ebdê
10 adar, 2025   05:06
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Hezna bi rûkeniyeke aram xatir ji malbata xwe xwest û ji bo ku bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêze, berê xwe da bendavê, wê nizanibû ku ev roj wê bibe roja wê ya dawî di jiyanê de.

DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE MEZIN BÛ

Hezna Ebdê di sala 1979’an de di malbateke Kurd a welatparêz de ji dayik bû, ji zarokatiya xwe ve bi rêgezên azadî û berxwedanê ve girêdayî bû. Dayîka wê û malbata wê di salên 1980’an de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirin, ji ber wê jî Hezna di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Hezna ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi rêxistinkirina jinan li gundan, perwerdekirina wan li ser girîngiya azadî û mafan, bi xebatên gel re mijûl bû. Di wê baweriyê de bû ku jin di avakirina civakeke azad de xwedî roleke bingehîn e û her tim wiha digot: “Bê azadiya jinê azadiya civakê nabe.”

Di sala 2013’an de biryar da ku têkoşîna xwe bigihîne asteke din, tevlî Hêzên Parastina Civakê – Jin bû û li wir weke kesayetek pêşeng ku bi hêza xwe ya birêxistinkirinê tê naskirin, derketiye pêş.

"EW NE TENÊ XWIŞKEK BÛ, EW HEVAL Û MAMOSTE BÛ"

Hezna di nav endamên malbata xwe de ne tenê keça navîn bû, lê ji her kesî re dilekî dilovan û dilgerm bû. Birayê wê biçûk Bawer Ebdê dibêje "Ew ne tenê xwişkek bû, ew heval û mamosteya min bû, ew çavkaniya hêza me bû, û gava ku em bi her pirsgirêkê re rû bi rû mabûn, ew her gav yekem bû ku çareseriyan pêşkêş dikir, ew qet hêrs nedibû, ji zehmetiyan gilî û gazin nedikir. "

ROJA DAWÎ.. ÇÛNA BENDAVA TIŞRÎN

Di 21’ê Çileyê de ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ên li ser bendavê, karwanekî şêniyên Dêrikê û gundên Koçeran ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê. Di meşê de Hazna di rêza herî pêş de bû, dirûşme berz kirin û moral dida her kesî.

Ji beşdarên çalakiyê Memdûh Ehmed hûrgiliyên saetên dawî yên beriya şehadeta wê bi bîr tîne û wiha got: "Ji dema ku me dest bi meşê kir ji me re digot, “Netirsin, em hatine vir ji bo  gotina xwe bibêjin, em ê nehêlin ku me bitirsînin!” Moralê me bilind dikir. "

Dema ku çalakvan li meydana nêzîkî bendavê rawestiyan, û hinekan dîlan girtibû, balafireke bêmirov a dewleta Tirk ew bombebaran kirin.

Hezna Ebdê bi giranî birîndar bû, lê tevî êşa xwe paşve gav neavêt. Dema yek ji rêhevalên wê ew li ser milê xwe hilgirtibû da ku wê bigihîne cihekî ewle, wê li wî mêze kir û bi dengekî şikestî, lê dîsa jî bi hêza vînê got: “Bijî berxwedana QSD’ê, dest ji berxwedana Bendava Tişrîn bernedin".

Tenê çend deqe derbas bûn wê jiyana xwe ji dest da û şehîd bû, lê qewîtiya ku wê kir bû dirûşmeya berxwedaê.

XATIRXWESTINA JI DAYIKÊ... "EW KEÇA MIN Û HEVALA MIN BÛ"

Di mala malbatê de dayika Heznayê Heznê Keleş, wêneyên keça xwe hembêz kir. Tevî xemgîniya ku dilê wê dagirtiye jî, ew bi rêya ku keça wê hilbijartibû, serbilind bû û bi dengekî bi hêz got: "Hezna ne tenê keça min bû, ew hevala min bû, di her tiştî de alîkariya min dikir û ji bo tevahiya malbatê piştgirî dikir, ew ji bo hemû kesên li dora xwe dijiya, wê didît ku jiyana rast ew têkoşîna ji bo rumetê ye."

MÎRATEYEKE KU NAYÊ JIBÎRKIRIN

Birayê wê Bawer Ebdê dibêje: "Dibe ku laşê wê ji nav me çûbe, lê ruhê wê hê jî bi me re ye, wê ji me re mîrateyeke vîn û hêzê hişt û em hîn kirin ku berxwedan ne tenê hilbijartinek e, divê em bi hemû hûrguliyan pê re bijîn, em ê soza ku wê û hemû şehîdên wê dane bi cih bînin".

Hezna ji nav me çû, lê niha navê wê di bîrdanka rêhevalên wê de, li her quncikek gundên ku tê re derbas dibû û di her dengê ku diruşma wê ya dawîn “Bijî Berxwedana QSD’ê” diqîre de, hatiye nivîsandin.

(k)

ANHA