Baweriya bi ramana Rêber Abdullah Ocalan… Çîroka welatperwerekî

Çîroka Deham Emoka, baweriya bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide û fedekariya Kurdan a ji bo azadiya xwe tîne ziman. Digel hemû dijwarî û çewisandinan jî Deham û malbata xwe bi tevgera azadiyê ve girêdayî man û her tim di wê baweriyê de bûn ku azadî tenê bi têkoşîna berdewam û vîna gel pêk tê.

Baweriya bi ramana Rêber Abdullah Ocalan… Çîroka welatperwerekî
10 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Deham Emoka, 64 salî, ji bajarokê Kêşikê yê girêdayî bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye, niha li bajarê Girkê Legê dijî. Deham berî ku tev li tevgera azadiya Kurdistanê bibe, serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê li devera Alyan bû, ku yek ji serkirdeyên partiyê yên herêmê bû.

Di destpêka sala 1984’an de, bi hatina kadroyên tevgera azadiyê bo herêma Alyan re, Deham dema ku ew kadro dîtin û wêneyên şehîdên berxwedana zindana Amedê û wêneyê Rêber Abdullah Ocalan dîtin, meraqa wî ji bo naskirina vê tevgerê û kesayeta rêberê wê geş bû.

Deham bi rêya kadroyên tevgerê êdî tevger nas kir. Der barê mijarê de Deham wiha got: "Wê demê min hest kir ku min ew tişta ku lê digeriyam, min dît, Rêberekî rasteqîn û berxwedaneke rastîn a ku Kurdistanê azad bike, ev berxwedan ji hemû tevgerên Kurd ên beriya wê cuda ye, ji ber ku xwe feda dike da ku bigihîje armancên xwe. "

Piştî wê demê mala wî bû navendeke perwerdekirina kadroyên tevgerê, û beşdarî li darxistina civîn û çalakiyan bû ji bo agahdarkirina gel der barê regez û armancên tevgerê bû.

HEVDÎTINA DÎROKÎ YA BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE

Di sala 1991'an de Deham û malbata xwe bi boneya bîranîna pêngava 15'ê Tebaxê çûn Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê  û li wir derfeta hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çêbû. Deham di ravekirina kêliyên destpêkê yên hevdîtinê de wiha got: "Dema ku Rêbertî derbasî salonê bû, em gelekî kêfxweş bûn. Ew  li ser armancên tevgerê û sedemên têkçûna tevgerên berê yên Kurdî axivî û tekez kir ku serkeftina her berxwedanekê bi vîn û hêza gel ve girêdayî ye, ne bi hêza leşkerî ve. "

Di hevdîtinê de birayê Deham Fewzî Emoka û hejmarek ciwanên malbatê xwestin li akademiyê bimînin û tevlî şerê çekdarî bibin. Lê belê Rêber Abdullah Ocalan bi wan re axivî û got: "Berî ku hûn tevlî tevgerê bibin, divê hûn herin malên xwe û li gorî rêbaza me tê bikoşin, ji ber ku pêdiviya me bi piştevanên ku têkoşîna me baş dizanin heye. "

PIŞTÎ BIRAYÊ WÎ ŞEHÎD BÛ GIRÊDANA WAN A TÊKOŞÎNÊ ZÊDETIR BÛ

Di sala 1992’an de birayê Deham Fewzî Emoka (ku bi navê Newzet dihat nasîn) tevlî şerê çekdarî bû û 6 salan li ber xwe da û di 4’ê Kanûna 1997’an de li herêma Dêrsimê şehîd bû.

Der barê şehadeta birayê xwe de Deham wiha got: "Piştî şehadeta wî me hîs kir ku tevger bûye parçeyek ji me û girêdana me ya bi Rêbertî û felsefeya wî re zêdetir bûye, em di wê baweriyê de ne ku tenê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikarin bigihîjin azadiyê. "

Deham  her wiha got, "Eger ne Rêbertî û tevgera wî baya, me destkeftiyên îro bi dest nedixistine, bi taybet piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk li bendava Tiştînê li ber xwe didin, bi rihê berxwedanê ku me ji Rêbertî girtiye em heta serkeftinê berxwedana xwe dewam bikin. "

(k)

ANHA