Mizgîn Hesen: Modela hevserokatiyê modela azadiya jinan e

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen destnîşan kir ku modela hevserokatiyê di heman demê de modela azadiya jinan e û diyar kir ku jin di Rêveberiya Xweser de xwedî roleke mezin in û got “Heke di pêvajoya heyî ya Sûriyeyê de jin cih negirin, dê pergal hilweşe.”

Mizgîn Hesen: Modela hevserokatiyê modela azadiya jinan e
10 adar, 2025   06:17
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hesen têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANHA`yê re axivî.

Mizgîn Hesen da zanîn ku ji bo jinan 8`ê Adarê xwedî wateyeke pir mezin e, ew roja têkoşîna li hemberî kedxwarî, zordarî, desthildariyê û zîhniyeta mêrperest e ku bi hezaran salan e li ser jinan dewam dike.

Mizgîn Hesen destnîşan kir ku di şoreşa jinan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin gihaştiye asteke bilind û wiha axivî: “Divê jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û bikarin 8`ê Adarê bi awayekî bicoş pîroz bikin. Di vê rojê de îradeya jinan derxin holê. Li Sûriyeyê jin di pêvajoyeke aloz re derbas dibin, rastî rewşa dûrxistinê dibin, lewma divê jin helwesta xwe li hemberî vê rewşê nîşan bidin.”

Mizgîn Hesen da zanîn ku destkeftiyeke herî bibandor ji bo jinan sîstema hevserokatiyê ye, ev sîstem dihêle ku temsîla jinan di milê îdarî, siyasî, dîplomasî û çandî de xurt be. Di têkoşîna di nava şoreşa jinan de jinan karîbû xwe bigihînin astekê ku sîstema xwe bidin avakirin û sîstemeke xweser ji bo xwe nîqaş bikin. Di gelek astan de jin xweser xwe bi rêxistin bikin, wekî Meclisa Edaleta Jinan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Koordînasyona Jinan. Li ser asta desteyên giştî jî jinan xwe li ser asta komîte û meclisan bi rêxistin kiriye û wiha got: “Hêdî hêdî jin dê bikarin sîstemeke xwe ya konfederal ava bikin.”

`DI SÎSTEMÊ DE BIRYARA DAWÎN A JINAN E`

Mizgîn Hesen bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya ku niha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê bicihanîn û diyar kir ku di hevpeymanê de gelek xalên girêdayî jinan hene, li kêleka hevserokatiyê temsîla jinan a ji sedî 50 heye û got: “Avakirina sîstemeke girêdayî jinan heye, jin di nava deste, koordînasyon û meclisan xwe bi rêxistin dikin. Hemû kar û xebatên jinan di nava vê sîstemê de tên nîqaşkirin û biryara dawîn li vê sîstemê vedigere. Her wiha di hevpeymanê de mîsogerkirina mafên jinan jî heye. Sûcên li hemberî jinan wek sûcên cînayî tên dîtin, bi taybet sûcên ku di bin navê namûsê de tên kirin.”

‘HEVSEROKATÎ BI XWE RE DEMOKRASIYÊ ÇÊDIKE’

Mizgîn Hesen di berdewama axaftina xwe de behsa bandora sîstema hevserokatiyê kir û da xuyakirin ku sîstema hevserokatiyê rê dide ku nîqaş li ser biryarê bê kirin û wiha dom kir: “Jin esasê edalet û wekheviyê ne, ji ber vê yekê dema ku biryarek were dayîn û nêrîna jinan tê de hebe, em dikarin bibêjin ew biryar bi rêjeyeke gelekî zêde dê rast be.”

‘RÊVEBERIYA XWESER RÊBAZA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E’

Mizgîn Hesen da zanîn ku pergala Rêveberiya Xweser di asta birêvebirina jinan û gelan de di cîhanê de nû ye û çareseriya pirsgirêkên heyî ye. Di warê rêveberiyê de, Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê biryara herî rast e û dê ji bo jinan jî bibe rêbaza çareseriyê.

‘DIVÊ JIN CIHÊ XWE DI NAVA PÊVAJOYA NÛ YA SÛRIYEYÊ DE BIGIRIN’

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hesen diyar kir ku ji bo Sûriyeyê heke mafê gelan û jinan neyên naskirin, dê pergala heyî ya li Şamê nekare bi ser bikeve û wiha anî ziman: “Di pêvajoya derbasbûyî de, di sîstema Baasê de her têkoşîn kirin lê piştî şoreşa li Sûriyeyê, gelek grupên çekdar, DAIŞ û rejîmê li ser jinan tundî meşand. Di vê pêvajoya nû de jî û di Sûriyeya nû de jî divê jin cihê bi her awayî bigirin. Ji ber ku bi salan e tê dikoşin.”

ANHA