Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat serdana ajansa me kirin

Hunermendên Kurd Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat sardana ajansa me kirin. Di serdanê de nêrîn û hestên xwe yên li beramberî berxwedêrên Şoreşa 19`ê Tîrmehê anîn ziman û stran gotin.

Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat serdana ajansa me kirin
Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat serdana ajansa me kirin
Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat serdana ajansa me kirin
Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat serdana ajansa me kirin
21 tîrmeh, 2025   14:40
QAMIŞLO

Hunermend Şehrîbana Kurdî û Jala Rojhilat ku ji bo beşdarî pîrozbahiyên salvegera 13’an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibin hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibûn, îro serdana navenda giştî ya ajansa me (ANHA) ya li bajarê Qamişloyê kirin. Tevî her du hunermendan  şandeyek ji Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) jî hebû.

Hunermend ji aliyê rêveber, editor, nûçegihan û ajansa me ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa dawî ya Kurdistanê hate nirxandin û nîqaşkirin, hunermendan heyecana xwe li hemberî Şoreşa 19`ê Tîrmehê anîn ziman.

Hunermendan stran gotin û bi rêya wê hestên xwe dan nîşandan.

Piştî qedandina serdanê her du hunermendan dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û xatir xwestin.

(re/bb)

ANHA