Şehîd Hisên El Şêx li Reqayê hat oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hisên Mihemed El Şêx defin kir û diyar kir ku di oxira parastina xak û rûmetê de parastin û têkoşîna xwe didomîne.

Şehîd Hisên El Şêx li Reqayê hat oxirkirin
21 tîrmeh, 2025   15:40
REQA

Xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Rêxistinên Civaka Sivîl cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hisên Mihemed El Şêx li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Keramê yê rojhilatê kantona Reqayê defin kir. Hisên Mihemed El Şêx di 19ˊê Tîrmehê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bû.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Alend Reqa sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîdan a parastina xakê û rûmetê heta serkeftinê da.

Hevserokê Meclisa Bajarê Keramê Macid El Redînî axivî û got: "Şehîdên me di tariyê de ronahiya me ne û ew sembola rûmet û serbilindiyê ne. Wan bi fedakariyên xwe jiyana me parast û bi lehengiyên xwe çîroka serkeftinê nivîsand ku nayê jibîrkirin."

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx soza şopandina şehîdan heta gihandina ber bi azadî û aştiyê ve da.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi diruşmên "Şehîd namirin" û bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(fr)

ANHA