Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn

Di bîranîna şehîdên Qereçoxê de berxwedana gel a ji Qereçoxê heya bendava Tişrînê hat silavkirin û soza domandina têkoşînê hate dayîn.

Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê hatin bibîranîn
25 nîsan, 2025   16:20
 QAMIŞLO

 8 sal beriya niha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Qereçoxê baregehên fermandariyê yên YPJ û YPG’ê bombebaran kirin. Di êrişê de 3 rojnamevanên şer, 20 şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê şehîd bûn. Ji bo bîranîna şehîdên Qereçoxê îro girseyeke mezin a şêniyên kantona Cizîrê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rakirina wêneyên şehîdan û berzkirina dirûşmên "Şehîd namirîn" herikîn Çiyayê Qereçoxê.

Li cihê êrişê merasîmek hat lidarxistin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û got: "Em êrişa hovane ya li ser Qereçoxê şermezar dikin. Em ji malbatên şehîdan re teqez dikin ku em têkoşîna şehîdan bidomînin û xeyalên wan ên jiyaneke hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin rastî."

Ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah jî di merasîmê de axivî û xwedîderketina gel a li şehîdên Qereçoxê silav û got: "Em soza xwe nû dikin ku em xeta şehîdan û parastina gel bidomînin. Berxwedana gel a li Qereçoxê heya berxwedana mezin a dîrokî ya Bendava Tişrînê serketina şoreşê pêk anî."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb jî bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Ji hemû pêkhateyan xwîna şehîdan di rêya jiyana hevbeş de bû yek. Divê em têkoşîna şehîdan bidomînin da ku serkeftineke mezin ji gelê xwe re mîsoger bikin."

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan, plaketên bi wêneyên şehîdên Qereçoxê diyarî malbatên wan kirin.

(bb)

ANHA