Bi nêzîkbûna Roja Karkeran re li Reqa û Tebqa çalakî

Bi boneya nêzîkbûna Roja Karkeran a Cîhanê, Yekitiya Kedkaran a Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantonên Reqa û Tebqayê teqezî bi pêşxistina qanûnên parastina maf û rûmeta karkeran kir û daxwaza pêkanîna Hevpeymana Civakî kir ku aboriyê bi pêş dixe û mafên takakesan misoger kir.

26 nîsan, 2025   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê (1'ê Gulanê) de, Yekitiya Kedkaran a Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Reqayê daxuyaniyek da. Endamê yekitiyê Mihemed El Xefaf li embargeha ard a bajêr daxuyanî xwend. Di xwendina daxuyaniyê de bi dehan karmend û endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantonê amade bûn.

Di daxuyaniyê de bal li ser zehmetiyên karker rûbirûyê dimînin, wekî kêmbûna mûçeyan û şert û mercên dijwar û neewle hat kişandin û banga pêşxistina qanûnên parastina maf û rûmeta karkeran hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza pêkanîna Hevpeymana Civakî ya ku hevsengiyê di navbera pêşketina aboriyê û misogerkirina mafên karkeran de dike, hat kirin.

Bi heman boneyê Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Tebqayê bi dirûşma "Bandora hegemoniya modernîzmê li ser rolên nû yên karkeran di sûka xebatê de hemwextî cîhana guhêrbar" atolyeyek li hola Rêxistinên Civaka Demokratîk a taxa duyemîn a bajêr li dar xist. Di atolyeyê de karker, kedkar, cotkar, mamoste, rewşenbîr, bazirgan û partiyên siyasî amade bûn.

Endama Akademiya Civaka Demokratîk Îsmaîl El Xalid atolye bi rê ve bir. El Xalid atolye dabeşî 5 mijaran kir û ev in; têgîna modernîzmê û hegemoniya wê li ser civak û aboriyê, guhartinên di rola karkeran de, bandora teknolojiyê, zehmetiyên peydakirina derfetên kar di cîhana guhêrbar de û rolên nû yên yekitiyên karkeran û pêwîstiyên siberojê.

Beşdar li ser 5 koman hatin parvekirin û her komekê mijarek nîqaş kir. Di encamê de beşdaran girîngî da rêxistinkirina karkeran û parastina wan di aliyê kar û qanûnê de, misogerkirina garantiya civakî û tenduristî, wekheviya di karê her du zayendan de, xurtkirina karkeran û pêşxistina yekitiyên karkeran.

Girêdayî wê, ajansa me nêrînên hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn El Hesen girtin. Nesrîn got wan ji bo çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên xwe kirin û ev atolyeya li Tebqayê çalakiya destpêkê ye.

(mh/fr)

ANHA

Tebqa