Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şorşeger a Kantona Firatê ji bo bîranîna Şehîdên komkujiya Parîsê ya Yekemîn meşek li dar xist.

Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi meşekê hatin bibîranîn
8 ÇILE, 2024   20:17
KOBANÊ

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşgre a Kantona Firatê ji bo bîranîna şehîd Sara ( Sakîne Cansîz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) ku di 9'ê Çileya 2013'an ji aliyê MÎT`a Tirk ve hatin şehîdxistin, meşiyan.

Meş ji Qada Şehîd Egîd destpê kir û li Qada Jina Azad rawestiye û veguherî mitingê.

Endama Jinên Ciwan a Kantona Firatê Nadiya Agasî axivî û got: "Beriya 11 salan li Parîsê 3 jinên têkoşer bi destê dewleta Tirk a faşîst hatin şehîdxistin. Em vê bûyerê ne ji bîr dikin ne jî didin ji bîrkirin. Sara yek ji hevrêyên Rêber Apo a têkoşinê ye. Li hember hedefgirtina têkoşeran civata navneteweyî xwe lal û kor kiriye."

Meş bi dirûşma"Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(sş)

ANHA