Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist û tê de xebatên xwe yên sala 2023'yan aşkera kirin û pêşniyariyên ji bo plansaziya sala nû diyar kirin.

Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
Koordînasyona Jinan di civîna salê de xebatên xwe aşkera kirin
8 ÇILE, 2024   20:59
REQA

Civîn li hola civînan a Meclisa Rêveber hat lidarxistin. Tê de endama Desteya Seroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foze Yûsif û koordînasyonên jinan ên rêveberiyên xweser û sivîl ên 7 kantonan, nûnerên komîte, nivîsgeh û tevger û rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer rewşa siyasî nirxand û destnîşan kir ku li herêmê bûyer, peymanên nû û cuda têk pêkanîn û şer berfirehtir dibe ku bi xwe re di hevkêşeyên heyî de gelek guhertinan çêbike.

Edalet wiha domand: "Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê ne li gor berjewendiya Amerîkayê ne, ji ber ku ew dixwaze xwe wek hêzeke leşkerî û aborî ya herêmî nîşan bide."

Piştre raporên salê ji aliyê koordînasyonên jinan ên rêveberiya xweser û sivîl ên 7 kantonan û komîte û nivîsgehên jinan ve hatin xwendin.

Di dawiya civînê de encamname ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ve hat xwendin.

Xalên herî girîng ên encamnameyê:

-Bilindkirin asta têkoşînê li hember hemû siyasetên li dijî jinan û têkbirina şerê taybet û şerê qirkirinê nexasim ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve.

-PIştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bikin ku hêzeke parêzvan a rewa ye û di tunekirina DAIŞ`ê de rol lîstiye.

-Têkbirina hemû cûreyên tundiyê, zayendperestiyê û bazirganiya li ser mafên jinan ji aliyê pergalên zordest, baviksalar û kapîtalîst ve.

-Çalakkirina rola jinan di karê siyasî û biryargehan de.

-Danîna stratejiyekê ji bo hişyarkirina jinan û pêşxistina rewşa wan.

-Pêkanîna qanûnên girêdayî jinan nexasim qanûna malbatê.

-Lidarxistina panelan ji bo amadekirina hevpeymaneke taybet a jinan.

-Lidarxistina çalakiyan ji bo şîrovekirina qanûna parastina zarokan.

-Destekdayîna aboriya jinan û peydakirina derfetên kar.

-Meşandina siyaseteke ragihandinê ku bikeve xizmeta dozên jinan û bidawîkirina têgihên biçûkxistina jinan.

-Berfirehkirina çarçoveya têkilî û koordîneya bi tevgerên jinan ên xwecih û navneteweyî re.

-Destekdayîna tevgerên azadiya jinan ên li Efganistan, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û hemû tevgerên din.

-Lidarxistina konferansekê û şîrovekirina bendên girêdayî jinan ên di hevpeymana civakî de.

-Damezirandina mecliseke parastinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

-Lidarxistina panelên diyalogê li ser şantajên elektronîk.

-Amadekirina mîhrîcaneke hunerî û wêjeyî bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê).

-Vekirina perwerdeyên rêveberî yên jinan bi koordîneya Desteya Jinan û Nivîsgeha Perwerdekirin.

-Belgekirina çîrokên jinan bi rêya belgefîlman û çapkirina pirtûkan li ser wan bi rêya Desteya Çandê û Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê.

-Vekirina projeyên biçûk ji bo destekdayîna jinên li kampan ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ve.

(mh)

ANHA