Serçeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê hate kuştin

Navenda Ragihandin yêa QSD`ê ragihand ku di operasyonekê de li gundê El Cerzî yê Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin.

Serçeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê hate kuştin
8 ÇILE, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonê daxuyaniyek parve kir. 

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya xebatên li dijî şaneyên DAIŞ`ê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi piştgiriya hewayî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve, operasyonek li dar xist."

Di dawama daxuyaniyê de navendê got: "7`ê Çileyê, operasyonek li gundê El Cerzî yê Dêrazorê li dijî serçeteyekî DAIŞ`ê hate lidarxistin. Hêzên me bi ser cihê serçeteyê bi navê Mihemed Etiye yê bi navê Ebî Mehmûd tê naskirin de xwe lê vedişart, girt. Tevî bangewaziyên hêzên me, lê gule avêtin hêzên me. Di encamê de şer derket û dawiyê hate kuştin."

Li gor navendê, destê serçeteyê bi navê Ebî Mehmûd di hedefgirtina endamên hêzên ewlehiyê, leşkerî û karmendên saziyên sivîl ên Meclisa Sivîl a Dêrazorê de hene û di operasyonê de çek û cebilxaneya pê re hatin desteserkirin.

 Navendê çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin jî aşkera kirin; telefonên berîkan, kilaşînkovek, 8 mexzenên kilaşînkovê, 4 bombeyên destan, gelek fîşekên kilaşînkovê, kamera, belgeyên û nasname.

(şx)