Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên xwe li gundê Berxbotan û Goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê hatin bibîranîn.
Çeteyên DAIŞ'ê di saetên barbanga 25'ê Hezîrana 2015'an de li gundê Berxbotan û bajarê Kobanê komkujî pêk anîn û di wê komkujiyê de 243 welatî hatin qetilkirin. Bi vê boneyê bi sedan şêniyên Kantona Firatê berê xwe da Goristana Şehîdên Komkujiyê ya li ser rêya Cerablusê ya li bajarê Kobanê û her wiha berê xwe da goristana şehîdên komkujiyê ya li gundê Berxbotan û ew bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de hevserokê Akademiya Malbatên Şehîdan a Amgîhan Cûdî Silêman Silêman axivî û got: "Vê komkujiyê hovîtî jî derbas kir, ji ber ku zarok, jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Bi vê komkujiyê xwestin gelê me bitirsînin, îradeya wî bişikînin. Lê dîsa li hember vîna gel bi bin ketin."
Li goristana gundê Berxbotanê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Salih Nûh axivî û got: "Qetilkirin û komkujî ji dîrokê de li ser vê neteweyî pêk hatine. Ne zarok, ne jin ne jî ixtiyar ji hovîtiya dagirkeriyê xelas nabûn. Em ê bi wê hêza şehîdên xwe bi ser bikevin. Divê em jî tola şehîdên xwe hilînin, li ber xwe bidin û li hember dagirkeriyê bisekinin û bi ser bikevin."
(sş)
ANHA