Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn

377 şehîdên mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê bi merasîmekê li bajarê Hesekê hatin bibîranîn.

Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Hesekê û Efrînê hatin bibîranîn
24 mijdar, 2025   17:39
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê ji bo bîranîna 377 şoreşgerên ku di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de li cihên cuda şehîd bûn, merasaîmek li dar xist.

Merasîm li hola Reşo ya taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr hat lidarxistin. Di merasîmê de wêne û wesîqeyên şehîdan hatin hildan.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Xilûd Xelef şehîdên Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo 377 şehîd bi bîr anîn û li ser rola wan di parastina şoreşê û destkeftiyên wê de got: "Em wekî hêzên leşkerî ji bo domandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan, xwe xwedî erk dibînin. Ji ber wê jî em soz didin gel û şehîdên xwe ku em vê rêyê heta pêkanîna serkeftinê bidomînin."

Di dawiya merasîmê de wêneyên 377 şehîdan bi sînevîzyonekê hatin pêşandan.

(mh/bb)

ANHA