Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawî li pevçûna eşîran anî

Li sûka sewalan a bajarê Hesekê di navbera du eşîran de şer derket. Di encamê de 2 kes birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele kir û şer rawestand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawî li pevçûna eşîran anî
24 mijdar, 2025   17:29
HESEKÊ

Li bazara sewalan a taxa Mişêrfe ya bakurê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê di navbera eşîra Meşahîde û eşîra Şerabîn de pevçûnek. Di pevçûna ku ji ber rakirina holekê ya berê derketî de çekên ferdî hatin bikaranîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê û ew pevçûn rawestand.

Li gorî çavkaniyan, di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hat zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hîn li taxê ne û rewşa taxê niha aram e.

(mh/bb)

ANHA