QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd Ebas re xwest

QSD’ê şervanê xwe Ebas (Mihemed Nûr Farûq Terbûş) bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî re xwest.

QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd Ebas re xwest
24 mijdar, 2025   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî şervanê xwe yê şehîd Ebas (Mihemed Nûr Farûq Terbûş) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hevreyê me Ebas (Mihemed Nûr Farûq Terbûş) piştî rêwîtiyeke dirêj a berxwedan û têkoşînê ya di nava refên hêzên me de, dema erka xwe bi cih dianî, ji ber qezayekê şehîd bû."

QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd Ebas û tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza domandina şoreşê nû kir.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Ebas

Nav û Paşnav: Mihemed Nûr Terbûş

Navê dayikê: Hesna

Navê bav: Farûq

Cihê jidayikbûnê: Qentera Oxan

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê- gundê Bexdik-sedema şehadetê qeza- 23 Mijdar 2023.

(bb)