Şehîdên Cotmehê li Şedadê hatin bibîranîn

PYD û malbatên şehîdan li Şedadê şehîdên meha Cotmehê û endamê Komîteya Rêxistinî ya rêxistina PYD`ê  ya Şedadê bibîr anîn.

13 cotmeh, 2024   15:56
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, endamê Komîteya Rêxistinê ya Rêxistina PYD`ê ya Şedadê Mihemed Hisên Bozan ê bi destê DAIŞ`ê 13`ê Cotmeha 2022`yan şehîd bûye, merasîmek li dar xist.

Merasîm li goristana şehîdên Şedadê hate lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên PYD, saziyên sivîl û şênî tev li merasîmê bûn.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd El Hemîd axivî û got: "Şehîdan ji bo ku jiyaneke birûmet ji gelê xwe re peyda bikin û civakeke demokratîk û azad ava bikin, canê xwe feda kirin."

El Hemîd diyar kir ku şehîdan ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên jiyana hevbeş, biratiya gelan û azadî ji têkoşîna xwe re kirin bingeh û ji bo xilaskirina gelan ji zulm û zordestiyê canê xwe feda kirin.

Endamê rêveber ê rêxistina PYD`ê ya Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî û got: "Em fedakariyên şehîdan silav dikin ku di oxira avakirin û rûniştandina pergala Rêveberiya Xweser de dane. Bi saya wan fedakariyan em gihaştin vê astê."

Oso destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan, asûr, turkmen fedakariyên mezin kirin û gelek destkeftî bi dest xistin. Oso bang li her kesî kir ku van destkeftiyan biparêzin.

Di dawiya merasîmê de, malbatên şehîdan soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dubare kir û gotin heta armancên şehîdan pêk neyê, pêşerojeke ronak û geşbîn ji nifşan re ava nebe, civaka demokratîk ya azad û wekhev bi dest nekev, ew dev ji vê rêyê bernadin.

(şx)

ANHA