Şehîd Hozan rêya bavê xwe yê şehîd şopand

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke biheybet cenazeyê şervanê QSD`ê Hozan (Diyar Kurdî), ê ku rêya bavê xwe yê şehîd şopand, spart axê. Di merasîma oxirkirinê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Şehîd Hozan rêya bavê xwe yê şehîd şopand
Şehîd Hozan rêya bavê xwe yê şehîd şopand
Şehîd Hozan rêya bavê xwe yê şehîd şopand
Şehîd Hozan rêya bavê xwe yê şehîd şopand
13 sibat, 2025   14:38
KOBANÊ

Şervanê QSD’ê Hozan(Diyar Kurdî) ê ku 11`ê Sibata 2025`an di encama qezayeke trafîkî de li Reqa şehîd bûbû, bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê hat oxirkirin. Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên Şehîd Hozan û alên QSD`ê hatin hildan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Dunya Mihemed sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Dunya diyar kir ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û got: " Şervanên me ji bo parastina axa xwe canê xwe feda dikin. Em soz dikin şşehîdên xwe ku em ê şopdarên wan bin."

Dunya Mihemed ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Endamê Desteya Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh destnîşan kir ku gelê herêmê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got: “Divê pêvajoya dîrokî de, em ê bi saya şehîdên xwe bi ser bikivin. Em ê tu carî xwîna şehîdên li erdê nehêlin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Hozan bi dirûşma “Şehîd Namirê” hat definkirin.

Bavê şehîd Hozan, Şoreş (Mistefa Kurdî) şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû 8`ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bû.

(sş/bb)

ANHA