Xelkê Qamişlo sersaxî dan malbatên du şehîdan

Şêniyên Qamişlo ji malbatên şehîdên QSD’ê Çiya Qamişlo (Ebdulezîz Derwîş) û Reyan (Leys Ceryan Kîrt) re sersaxî xwestin

Xelkê Qamişlo sersaxî dan malbatên du şehîdan
Xelkê Qamişlo sersaxî dan malbatên du şehîdan
Xelkê Qamişlo sersaxî dan malbatên du şehîdan
Xelkê Qamişlo sersaxî dan malbatên du şehîdan
Xelkê Qamişlo sersaxî dan malbatên du şehîdan
13 sibat, 2025   14:51
QAMIŞLO

Ji bo şehîdên QSD’ê Çiya Qamişlo (Ebdulezîz Derwîş) û Reyan (Leys Ceryan Kîrt) konê sersaxiyê li pêşiya Pakrwangeha Şehîd Delîl Saruxan a li bajarê Qamişloyê hate vedan û merasîmek hat lidarxist. Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endam û rêveberên saziyên sivîl herikîn bin kon û sersaxî xwest. Li konê sersaxiyê wêneyên şehîdan, alên QSD û YPJ’ê hatin daliqandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdo axivî û got: "Bila serê malbatên şehîdan û gelê me yê hêja sax be. Em çiqasî biaxivin em nikarin heqê şehîdan bidin, lê me soz daye ku em ê şopadarên rêya şehîdan bin û tu carî ji vê rêyê venagerin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Şehîd ji bo belavkirina nirxên xwişk û biratiya gelan li Rojhilata Navîn canê xwe feda dikin. Fedakariyên wan wê di dîroka gelê me de zindî bimîne."

Di dawiya axaftinan de wesîqeyên şehîd Çiya û şehîd Reyan hatin xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Şervanên QSD’ê Çiya Qamişlo 29’ê Çileya îsalê di berxwedana li Dêr Hafirê de û Rêyan 16’ê Çileyê li bajarê Kobanê şehîd bûbûn.

(bb)