Şehîdê enternasyonalîst Fûad Sultanî hat bîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê di merasîmeke xiyabî de fermandarê enternasyonalîst Fûad Sultanî bi bîr anî û diyar kir ku ew mînaka biratiya gelan û rêberekî rastîn bû.

11 kanûn, 2025   13:56
HESEKE

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şehîd Fûad Mistefa Sultanî ku di 9`ê Kanûnê de dema ku li Silêmaniyê dihat dermankirin şehîd bûbû, mersîma xiyabî li li Hola Şehîdan a Kelasê ya li bajarê Hesekê li dar xist.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Herîs şehîdê enternasyonalîst Fûad Sultanî bi bîr anî û got: "Em îro li vir giyanê şehîd Fûad ê ciwan bi bîr bînin.”

El Herîs soz da ku ew ê li ser rêya şehîdan dewam bikin û ji bo bidestxistina hêvî û armancên wan têkoşîna xwe bidomînin.

Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anî. Hesen behsa têkoşîna şehîd Fûad kir û got: "Şehîd Fûad şervanekî enternasyonalîst ji malbateke Faris bû. Dema ciwan bû, ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin. Piştî serbestberdana xwe, ew tev li tevgerên çepgir ên li Îranê bû, lê ev ji bo bidestxistina armancên wî têrê nekir. Ji ber vê yekê, Fûad tev li refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û bi salan li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şer kir. Di Şoreşa Rojava de, Fûad xwest mohra xwe li ser vê şoreşê û destkeftiyên wê bihêle.”

Hesen di dawiyê de got: "Ew kesên ku li ser vê axê têkoşîn kirine û li dijî terorîzmê şer kiriye, ew in ku dê siberoja herêmê ava bikin."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Qerxo, şehîd Fûad û têkoşîna wî ya li herêmê bi bîr anî, wî wekî kesekî ku ji çiyayên Kurdistanê hez dikir û bandorek kûr li ser her kesê li dora xwe kiriye bi nav kir.

Qerxo wiha berdewam kir: "Şehadeta kesekî wekî şehîd Fûad ji bo me windahiyek mezin e, lê em dibêjin ku em ê ji têkoşîna wî hêzê bistînin. Ji ber vê yekê, em soz didin şehîd Fûad û hemî şehîdên azadiyê ku em ê li ser şopa wan têbikoşin û destkeftiyên vê şoreşê biparêzin.”

Merasîm bi xwendina belgenameya şehîd Fûad û dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA