Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî Helebce

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa sersaxî da malbata şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Azadî Helebce.

Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî Helebce
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî Helebce
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî Helebce
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî Helebce
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Azadî Helebce
11 kanûn, 2025   14:20
QAMIŞLO

Şervana YPJ`ê şehîd Azadî Helebce îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê, spart axê.

Merasîma sersaxiyê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrikê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê, Ciwan Hesen axivî û bal kişand ser rola şehîdan a ji bo bidestxistina aştî û jiyaneke birûmet ji bo hemû gelan. Hesen wiha lê zêde kir: "Şehîdên ku li gorî raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşiyan, roniyên aştiyê ne û fedakariya wan di dîrokê de hatiye nexişandin.”

Endamê Meclisa Efrînê li Girkê Legê Henan Sîdo got: "Divê em soza xwe nû bikin ku em li ser şopa şehîdan bimeşin, ji ber ku wan biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû civakan de ava kirin û wan herêm ji komplo û xiyanetê parastin. Şehîd dudil nebûn ku xwîna xwe ji bo rizgarkirina hemû civakan feda bikin.”

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(k)