Şehîd Zîlan li Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) li Tebqayê ji aliyê jinan ve hat bibîranîn.
30’ê Hezîrana 1996’an salvegera 28’an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) ye ku li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû. Bi vê wesîleyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê merasîmê bîranînê li dar xist. Endamên Kombûna Jinan a Zenûbya, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, jinên siyasetmedar û endamên Weqfa Jina Azad beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehed El Elî nameya şehîd Zîlan xwend.
Rêvebera Akademiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Tebqayê Nesrîn Mistefa bal kişand ser têkoşîna şehîd Zîlan di nava tevgera rizgariya jinan de û got, şehîd Zîlan di artêşbûyîna jinan de qonaxeke nû çêkir.
Piştre mûn li ber wêneyên şehîd Zîlan hatin vêxistin û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
(bb)
ANHA