Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dê ji Lobyaya Ermenan re nameyan bişîne.

Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin
Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin
Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin
Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin
Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin
Ermenî wê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan nameyan bişînin
24 hezîran 2024   13:48
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên siyasî, nûnerên eşîr û pêkhateyan de, serdana Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo kir.

Endamên Înîsiyatîfê ji aliyê Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Kohar Xecedûriyan û Berpirsê Perwerde û Rêxistinkirinê yê meclisê Hena Somê ve hatin pêşwzîkirin.

Di serdana ku wekî xebatek pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan Re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” tê meşandin de, Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Kohar Xecedûriyan axivî.

`TIRKIYE DI NAVBERA GELAN DE DIJMINAHIYÊ DERXÎNE`

Kohar Xecedûriyan bi gotina; “Meşandina tecrîdeke bi vî awayî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan delîl e ku ew kesayeteke mezin û bi bandor e” bal kişand ser sedema tecrîdê û wiha dom kir: “Dewleta Tirk a terorîst jî dizane heke fikr û felsefeya Rêbertiyê belav bibe, wê hemû pêkhate bi rastiya xwe re bijîn. Lewma van êrişan pêk tîne û tecîrdê giran dike.”

Kohar Xecedûriyan destnîşan kir ku ji dîrokê ve têkiliyên Ermen û Kurdan di asteke xurt de ne, dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze vê têkiliyê xirab bike û di navbera gelan de dijminahiyê derxîne.

`EM BI FIKRA RÊBERTIYÊ SERBILIND IN`

Kohar da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan jî bal kişandiye ser hewildanên dewleta Tirk ên ku fesadiyê di nava gelan de derxîne û wiha pê de çû: “Em bi fikra Rêbertî serbilind in, fikra wî jiyaneke demokratîk a di nava aştî û wekheviyê de dide mirovan. Rêbertî bi felsefeya xwe piştgirî daye jinan û jinên ku ji vê fikrê hêz girtine niha feyde didin civaka xwe.”

`EM Ê JI BO AZADIYA RÊBERTIYÊ NAMEYAN BIŞÎNIN`

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Kohar Xecedûriyan bi lêv kir ku Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî ji bo civaka Ermenî jî gelekî girîng in, lewma ew ê di dema pêş de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê nameyan ji Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî û Lobyaya Eremanan re bişînin.

Berpirsê Perwerde û Rêxistinkirinê yê Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo Hena Somê jî diyar kir ku civaka Eremenî ji salên 1980`î ve Rêber Abdullah Ocalan nas dike û wiha dom kir: “Fikra Rêber Abdullah Ocalan ji bo Ermenan fikreke guncaw e. Kurd, Ermen, Suryan, Tirkumen û Ereb di bin siya fikra Rêbertiyê kom dibin; fikra wî rih û jiyan e, me di salên 1980`î wêneyên wî li xaniyên xwe danîne û ew temsîla hemû gelan dike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Di dawiya serdanê de endamên înîsiyatîfê parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diyarî Meclisa Civakî ya Ermenî kirin.

Înîsiyatîf wê sibe jî serdanên xwe bidomîne.

SERDANÊN ÎNÎSIYATÎFÊ

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navnetewî ya ku 10`ê Cotmeha 2023`an bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, 14`ê Gulanê (2024) dest bi serdana partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Di serdanên ku heta 26`ê Gulanê dom kirin de partiyên Kurd, Ermen, Asûr, Suryan û Ereb hatin ziyaretkirin.

Înîsiyatîfê 29`ê Gulanê (2024) jî serdanên ji bo meclis, dêr, rûsipî û serokeşîrên Ereb, Ermen, Asûrî û Suryanî da destpêkirin.

(sb/a)

ANHA