Îran cezayê girtîgehê li aktîvîstekî Kurd birî

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê dişopîne, ragihand ku sê sal û çar meh cezayê girtîgehê li aktîvîstekî Kurd hatiye birîn.

Îran cezayê girtîgehê li aktîvîstekî Kurd birî
24 hezîran 2024   14:33
AVENDA NÛÇEYAN 

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Dadgeha Şino 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li aktîvîstê Kurd ê siyasî Yûsûf Haci birî ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Yûsûf Haci bi 'xerakirina ewlekariya neteweyî' hatiye sûcdarkirin.

Li Îranê Kurd û muxalîf bi sûcdariyên kêfî, bi rûniştinên ji çend deqeyan ên darizandinê bi cezayên giran, her wiha bi cezayê îdamê têne cezakirin.