Şehîd Zîlan li Amûdê û Tirbespiyê hat bibîranîn

Li bajarên Amûdê û Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) semîner hatin dayîn.

28 hezîran, 2026   15:35
QAMIŞLO

Meclisên Kongra Star ên bajarên Amûd û Tirbespiyê bi boneya salvegera 30‘emîn a şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) semîner bi rêxistin kirin. 

AMÛDÊ

Semîner li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Amûdê bi beşdariya bi dehan kesî hat dayîn. Piştî rêzgirtinê sînevizyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîda Zîlan û çalakiya wê ya fedaî hat pêşandan.

Piştre endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) Şîlan Ehmed semînrek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan da û got: "Rêbazê têkoşînê ya şehîd Zîlan cûda bû û di dîroka Tevgera Azadiyê de xaleke werçerxê bû."

 Şîlan Ehmed rewşa siyasî jî nirxand û got divê gel bi ruhê şehîd Zîlan bi berpirsyar nêzî pêvajoyê bibe.

Semîner bi berzkirina dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li hola PYD‘ê ya Tirbespiyê jî semînerek bi amadebûna nûnerên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajêr hate dayîn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Kongra Star Şamz Mehmûd axivî û got: ‘‘Şehîd Zîlan ji bo parastina gelê Kurd û doza kurdî canê xwe feda kir. Em ê têkoşîna wê û ya hemû şehîdan bişopînin.‘‘

Her wiha nameya şehîd Zîlan hat xwendin û li ser jiyana wê sînevizyon hat pêşkêşkirin.

(np)

ANHA