Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin

Piştî 7 salan depoya genim a bajarê Dirbêsiyê dîsa hat vekirin û dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin
Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin
Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin
Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin
Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin
Piştî 7 salan depoya genim a Dirbêsiyê dîsa hat vekirin
28 hezîran, 2026   15:53
HESEKÊ

Depoya genim a bajarê Dirbêsiyê ku ji sala 2019‘an ve an ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibû girtin, piştî 7 salan îro dîsa hat vekirin.

Depoyê ji îro ve dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir. Ji bo wergirtinê 4 navend hatin veqetandin. Her navendek têra 30 hezar donim genim dike.

Navend ji bo birêxistinkirina wergirtina genim platforma elektronî bi kar tîne. Bi rêya wê lîsteyên kamyonan tên sazkirin. Di rojê de 15-20 kamyon tên pêşwazîkirin, li kêlek wê rewşên istisnayî jî tên qebûlkirin.

Navend rojane ji saet 07:00`an heta saetê şevê cotkaran pêşwazî dike. Heta niha derdora 500 ton genim hatiye wergirtin.

Pêvajoya wergitin û depokirina genim dê heta bidawîbûna mewsimê firotinê li bajarê Dirbêsiyê bi dawî bibe.

(sb)

ANHA