Hêzên Ewlekariya nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de di navbera Hol û Şedadê de, 3 endamên wan şehîd bûn.

Hêzên Ewlekariya nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
27 îlon, 2024   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de duh (26'ê Îlonê) 3 endamên wan şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişê de berpirsê hêzên operesyonan Merwan Oso û herdu endam Omran El Hesûnî û Omer Abêd li ser rêya Hol - Şedadê şehîd bû.

 Nasnameyên şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Omer Abêd

Navê Bav: Elî

Navê Dayikê: Coze

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: El-Zeydaniye, 1-1-1995

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hol, 1-8-2021

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024

 Nav û paşnav: Omran El Hesûnî

Navê Bav: Kesar

Navê Dayikê: Hemîde

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1-12-1997

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Şedadî, 3-11-2021

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024

 Nav û paşnav: Merwan Oso

Navê Bav: Evbul Ezîz

Navê Dayikê: Şêxa

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Xezne, 25-1-2002

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê, 3-2-2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024-

(mh)