Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin

Xelkê Reqayê bi merasîmeke heybet cenazeyê şervanê QSDˊê Zeyd Ehemd El Şêx li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê oxir kir.

Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
Şehîd Zeyd El Şêx hate oxirkirin
20 ÇILE, 2024   17:27
REQA

Di merasîmê de xelkê Reqayê, QSDˊê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, rûsî û şêxên eşîran, Melcisa Rêveber a Kantona Reqa, partiyên siyasî, meclis û komîn beşdar bûn.

li goristanê endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Xelef axivî û sersaxî ji malbata şehîda xwest.

El Xelef wiha got: "Em îro rûbirûyî xeteriya DAIŞˊê ya bi rûya nû ne, ew jî Erdogan û çeteyên wî ne. Erdogan û çeteyên wê herêmên me, binezasî, avahiyên stratejîk bombebaran dikin. Lê ew nikarin vîna gelê me ku berdêleke mezin di oxira azadiyê de daye, têk bibin. Em soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Feyroz Xelîl axivî û got: "Bi vîna dayikên şehîdan ku ev leheng welidandine, parastina rûmet û tevahî Sûriyeyê dikin me karî tevahî pêkhateyan hembêz bikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA