Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin

fermandara YPJ`ê Sorxwîn Celal û şervan Arîn Kobanê bi merasîmekê li Qamişloyê hatin oxirkirin.

Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin
Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin
Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin
Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin
Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin
Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn hatin oxirkirin
6 nîsan, 2024   14:27
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sorxwîn Celal û şervan Arîn Kobanê oxir kirin.

Şehîd Sorxwîn Celal (Vahide Atalay) û Arîn Kobanê di 3`yê Nîsanê de li Kobanê di encama bombebaran balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Di merasîma oxirkirinê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û hevalên her du şehîdan amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo axivî û diyar kir ku şehîd Sorxwîn û Arîn cihê xwe di damezirandina YPG û YPJ`ê de girtiye, li her deverê tê koşiyan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihandin jinan û wiha pê de çû: “Em xwedî îrade ne û heta dawiyê em ê li pey soza şopandina rêça şehîdên xwe bin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Omer Hemîd jî axivî û destnîşan kir ku “şehîd soza xwe ya bi nasnameya wefadariya bi welatê xwe re pêk anîne û her di nava dilê gelê xwe de jîndar in.”

Bi radestkirina wesîqeya şehadetê re beşdaran dengê li şehîd Sorxwîn Celal guhdar kir ku dibêje: “Heta di damarên me de xwîn hebe em ê tê bikoşin. Bê serok, bê jin û bê azadî jiyan nabe, serkeftin ji me re ye, ji me re ye.”

Şehîd Sorxwîn Celal li Pakrewangeha şehîd Delîl Sarûxan û şehîd Arîn Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê hatin veşartin.

 (sb)

 ANHA