Îran: Em ê bersivê bidin êrişa Îsraîlê

Îran gef xwar ku dê bersivê bide êrişa Îsraîlê. Hemwextî wê, DYA û Îsraîlê serferberî di asta herî jor de ragihandiye.

Îran: Em ê bersivê bidin êrişa Îsraîlê
6 nîsan, 2024   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya New York Times ku agahiyên xwe spartin rayedarên îranî yên ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, ragihand ku Îranê hêzên xwe amade kirine û biryar hatiye dayîn ku bersiva êrişa li Şamê rasterast be, lê beyî ku qada şer firehtir be.

Serfermandarê Îranê Mihemed Baqirî şemiyê got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berpirsê êrişa li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê ye û wiha domand: "Ew di vî sûcî de şirîk e. heta ku derewand an jî li xwe mikur hat. Divê hesab jê bê pirsîn."

Baqirî di merasîma cenazeyê Mihemed Rizazahdî ya li Esfehanê got: "Îran dê bersiva guncaw bide. Em dem, cih û çawaniya bersivdayînê diyar dikin."

Hemwextî vê gefê li gorî rayedarekî amerîkî, DYA û Îsraîlê li hember êrişa muhtemel a Îranê serferberî di asta herî jor de ragihandiye.

Li gorî rayedarekî îsraîlî, Îsraîlê artêşa xwe amade kiriye, destûrên yekîneyan betal kirine, gazî leşkerên berdest kiriye ji bo ku tev li yekîneyên parastina hewayî bibin.

(şx)