Şehîd Rizgar Deniz li ser gora xwe hat bi bîranîn

Rojnemavan Rizgar Deniz di salvegera xwe ya 6′emîn de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ser gora xwe hat bi bîranîn.

Şehîd Rizgar Deniz li ser gora xwe hat bi bîranîn
18 kanûn, 2023   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nûçegihanê ajansa (ANHA) Rizgar Deniz di salvegera şehadeta xwe ya 6′emîn de ji aliyê hempêşiyê xwe ve li ser gora xwe hat bibîrnaîn. 

Merasîma biranînê bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê rojnemevan Jiyan Pîran axivî.

Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em îro di salvegera şehadeta Şehîd Rizgar de li ser gora wê kom bûne. Em di keseyeta şehîd Rizgar de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîrtînîn û soza şopandina rêya wan didîn. Em wek hevrêyên şehîd Rizgar soz didin ku emê li ser rêya heqîqetê kar û xebatên xwe bidin domandin. Şehîdên me bêmirinin û emê ti cana wan nedin ji bîr kirin.”

Merasîm dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Rizgar Denîz di 12′ê Cotmeha 2017′an, de dema ku komeke sivîl ji herêmên di bin kontrola DAIŞ′ê de ber bi herêmên ku QSD′ê rizgar kirin ve direviyan, çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Xurafî (Hesekê-Dêrazorê) du erebeyên bombebarkirî di nav wan de teqandin. Di encamê de ji rojnamavan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn, Rizgar Deniz jî bi giranî birîndar bûn, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dibû. Lê  tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Deniz 18′ê Kanûnê tevlê karwanên nemiran bû.