Li Serêkaniyê ya dagirkirî bermîleke mazotê derket 100 dolarî

Li Serêkaniyê ya dagirkirî aloziya debarê zêdetir dibe. Bermîleke mazotê anku 2 sed lître mazot bi 100 dolarî ye.

Li Serêkaniyê ya dagirkirî bermîleke mazotê derket 100 dolarî
18 kanûn, 2023   15:19
HESEKÊ

Li Serêkaniyê ya ku ji sala 2019′an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, zextên dagirkeran ên li dijî şêniyan didomin û bi hatina zivistanê re rewşa debarê ya şêniyan dijwartir dibe.

Çavkaniyên xwecih ên ji hundirê Serêkaniyê da zanîn ku bermîleke mazotê (200 lître) bi milyonek û 440 hezar lîreyê Sûriyeyê anku 100 dolarî ye. Çavkaniyan diyar kir ku ew gelek zehmetiyan dikişînin û rêbazên germkirinê yên wekî bi êzingan bi kar tînin.

Şêniyekî ji herêma dagirkirî ku nexwest navê xwe aşkera bike, got: "Ferqeke pir mezin di navbera rewşa me ya niha û ya berê de heye. Niha bi taybetî di zivistanê de pêdiviyên bingehîn ên jiyanê li cem me tune ne."

(bb)

ANHA