Gundên kantona Minbicê tên topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bakurê kantona Minbicê topbaran dike.

Gundên kantona Minbicê tên topbarankirin
18 kanûn, 2023   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ewn Dadat û Tûxar ên bakurê kantona Minbicê ji baregehên xwe yên li gundê Tuxarê Mezin ve topbaran dike. 

Li gorî şahidan topbarana domdar  zirar gihand mal û milkên sivîlan û bû sedem ku şênî ji gund derkevin û berê xwe bidin zeviyên ku ji malên xwe yên hatine bombebarankirin dûr bikevin.

 (şx)

ANHA