Şehîd Nagîhan Akarsel li ser gora wê hat bibîranîn

Rojnamevan û akademisyen şehîd Nagîhan Akarsel a ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Silêmaniyê hate qetilkirin li ser gora wê hate bibîranîn.

Şehîd Nagîhan Akarsel li ser gora wê hat bibîranîn
4 cotmeh, 2024   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî, rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, di 2’emîn salvegera qetilkirina wê de ew li ser gora wê ya li gundê Gulyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate bibîranîn.

Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevserokên DEM Partiyê yên Enqereyê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî ya Konyayê û jinên li gund beşdarî bernameya bîranînê bûn. Jinan bi dowizên ku li ser “Jin, jiyan, azadî” hatî nivîsin girtin û çûn ser gora Nagîhanê.

Parlamenter Saritaş a di bernameyê de axivî û wiha got: “Nagîhan Akarsel rêhevaleke me ye ku jiyana xwe di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de û di avakirina jiyana demokratîk û azadiya jinê de derbas kiriye. Xwediyê hewldan û têkoşîneke cidî ye. Hemû jiyana xwe di vê wateyê de ji bo avakirina jiyaneke nû ji bo jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn xêz kiriye. Em dizanin ku zîhniyeta ku Nagihan qetil kir, heman zîhniyeta ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirine. Zîhniyeteke mêtînger, serdestiya mêre. Em careke din diyar dikin ku em wê zîhniyetê û hemû kesên hevkar û şirîkên wê ne, şermezar dikin.

Yên ku di weşana zindî de bi awayekî bêperwa banga sûîqestê dikin, Serokê berê yê Îstîxbarata Serfermandariya Giştî Îsmaîl Hakkî Pekîn, bi awayekî li Tirkiye û Kurdistanê cînayetên siyasî û qetlîamên xwe li xwe mikur hatin. Lê her çend gotinên Îsmaîl Peker ê Nagîhan qetil kir, rasterast MÎT’ê nîşan dide jî. Lê mixabin hê jî ji bo kesên komkujî pêk anîne û teşwîq kirine ne lêpirsîn û ne jî doz nehatiye vekirin. Em ji vir jî dibêjin, heta ku ew teşwîqkar, hevkar û mêtînger bên darizandin û cezakirin emê têkoşîna xwe bidomînin. Yên ku ji têkoşîna Nagîhan ditirsin, ji pênûsa wê ditirsin, ji serhişkiya wê ya ku di tariyê de ronahî ye ditirsin, divê bitirsin. Em soza xwe ya ku emê dest ji têkoşîna Nagîhanê bernedin, têkoşîna ku tecrubeyên jinan ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê vediguherîne bîreke civakî, nû dikin û emê berfireh bikin. Em dibêjin Jin jiyan Azadî.”

Piştî axaftinan, jinan qurnefîl û gul danîn li ser gora Akarselê û bername bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

(mh)