Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin

Meclisa kantona Girê Spî, şêniyên herêma Firatê û Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Dêrazorê, darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve, şermezar kir. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla jî, hate şermezarkirin.

Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
Darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
31 ÇILE, 2024   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Îranê 29`ê Çileyê 4 ciwanên Kurd; Mohsen Mazlûm, Muhammed Faramazî, Wafa Azarbar û Peyman Fatehî darve kirin.

Li hember wê bertek û çalakî li gelek bajarên Kurdistanê li dar ketin.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarok û gundên kantona Firatê ji Qada Jina Azad heta Çerxerêya Aştiyê meşiyan.

Li çerxerêyê, hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî axivî û got: "Nikarin bi van kiryarên çewisandinê û qirkirinê rêya azadiya gelê Kurd asteng bikin."

Balî wiha domand: "Ji Kobanê em berxwedana gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Em dibêjin, rêya ku Rêber Abdullah Ocalan û têkoşerên tevgera apoyî ji me re ronî kiriye, rêya azadiyê û têkoşînê ye. Dijmin bi dehan komkujî li dijî gelê me kirin, di vê rêgeza xwe ya xwîndar de bi israr e. Lê belê em jî dibêjin, vîna gelê Kurd ji berê bihêztir e û her çiqas hewl bidin nikarî wî têk bibin."

EYN ÎSA

Li Eyn Îsayê Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya meclisê daxuyaniyek da. Cîgirê hevserokatiya meclisê Hezza Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên desthilata Îranê li dijî gelên azad ên li Rojhilatê Kurdistanê, cezayên hovane li dijî her kesê banga mafên xwe yên rewa dike û darvekirina 4 ciwanên Kurd hatin şermezarkirin.

Her wiha berdewamkirina pergala dijminatiyê û qirkirinê ji aliyê hêzên faşîst ve, bi taybet dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîn, hate şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina rêya têkoşînê, berxwedanê û têkbirina fikrê faşîst û pergala qirkirinê hate dayîn.

DÊRAZOR

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Dêrazorê li pêşiya Dîwanê Meclisê daxuyaniyek da. Berdevka Mala Jinan Ayşe El Ehmed daxuyanî xwend. Endamên meclisê, saziyên sivîl, xwecih û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Îranê ên li dijî siyasetmedaran û jinan piştî serhildana di encama qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî de rabûye û darvekirina 4 ciwanên Kurd hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku hesabê ji sûcdaran bipirsin û rê li ber bigirin.

(şx)

ANHA