Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro her du pêşengên şoreşê; şehîd Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş û şehîd Firat Tûma, di salvegera 1'emîn a şehadeta wan de, bi bîr anîn.

Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
Şehîd Leyman û Yusra di bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne
20 hezîran 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

20'ê Hezîranê sala 2023'yan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê şehadeta hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseroketiyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma ragihand. Hersê şehîdan di hedefgirtina erebeya wan de li ser rêya Qamişlo – Tirbespiyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şehîd bûn.

Di van êrişan de, bêçarebûna dewleta Tirk a dagirker li hemberî îradeya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket pêş. Nexasim ku ew pêşengên şoreşa jinan ên ku doza gelê xwe gihandine seranserî cîhanê, hedef digire. Şehîd Leyman û Yusra jî 2 pêşengên şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û kedeke mezin di birêxistinkirina jinan û gel li gorî nirxên şoreşgerî de, daye.

Ji ber xebatên herdu şehîdan û rola wan di belavkirina fikrê azad ê jinan de, bi navên wan gelek perwerdeyên îdeolojîk li herêmê hatin vekirin.

Şehîd Reyhan Amûdê (Leyman Şiwêş) sala 1968'an li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye û  sala 1985`an dest bi karê cebhewî kiriye. Piştre dsala 1989`an tev li karê şoreşê dibe û dîrokeke tijî destkefî û têkoşîn li pey xwe hişt.

Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Salên 2002-2003`yan ji ber xebatên xwe yên ji bo doza kurdî û azadiya jinan, 6 mehan ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatiye destgîrkirin.

Ji dema ku wek jineke Kurd doza xwe ya nîştimanî nas kiriye ve, 38 salan ji bo lêgerîna li nasnameya nîştimanî tê koşiyaye. Di nava refên têkoşerên destpêkê yên li Rojava de cih girtiye, li seranserî Kurdistanê û derveyî welat ked daye û nirxên jinên azad temsîl kiriye.

Leyman Şiwêş piştre berê xwe daye Rûsyayê û sala 2008'an têkoşîna xwe li wir ji bo 7 salan bê rawestan, domandiye.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, biryar da ku vegere warê xwe bajarê Kobanê, cihê ku şoreşê jê dest pê kiriye û 2015`an têkoşîna xwe li wir dewam kir.

Leyman yek ji pêşengên destpêkê bû ku kevirê bingehîn ê projeya demokratîk li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, danîbû. Wê sala 2016`an berê xwe da Minbicê û heta sala 2019`an li wir tê koşiya.

PÊŞENGA LÊGERÊN ZANIST Û ZANÛNÊ

Jina Kurd Yusra Derwêş Îlona 1971'ê li navçeya Amûdê çavê xwe li dinê vekir. Yusra ji malbata Mele Newaf a navdar li Rojava ye. Di nava malbatekê de ku ji 5 xwîşkan û 6 birayan pêk tê mezin dibe û ew di malbatê de ya 7'an e. Yusra Derwêş di astên seretayî, navîn û amadehî yên xwedinê de timî li pêş bû.

Yusra Derwêş li hemberî paşverûtiyê şer kir û ji jinên ku li zanistê digerin re bû pêşeng. Yusra ji zarokatiya xwe ve serî ji siyasetên nîjadperestiyê yên hikumeta Şamê re ne tewand, li hemberî  destpotî û nîjadperestiya di pergala perwerdeyê ya rejîma serdest de sekinî.

Yusra Derwêş li ser fikrê tevgera azadiya Kurdistanê mezin bû û tev li koma Agirî bû û di şahiyên cejna Newrozê yên li Rojavayê Kurdistanê de, beşdar bû.

Piştî ewqas zulim, destpotî, asîmîlekirina ziman û çand a ji aliyê rejîma Baas'ê ve, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de çirûska şoreşa demokrasiyê li Rojava pêket. Şoreş ji Yusra re bû derfetek da ku di qadên têkoşîn û parastina maf û nirxên gelê xwe de cih bigire.

Yusra yek ji damezirînerên rêveberiya dibistanan a Amûdê ye û ji 2012 heta 2013'an hevseroka Meclisa Amûdê bû, piştre ji bo hevserokatiya Saziya Perwerdeyê ya Amûdê hat hilbijartin.

Piştî salên dirêj ên xebatên pêşxistina pergala perwerdeyê li herêmê, Yusra Derwêş 1'ê Mijdara 2022'yan wek hevseroka Meclisa kantona Qamişlo hat hilbijartin.

Îro jî, di salvegera 1'emîn a şehadeta wan de, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana gorên herdu şehîdan ên li goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê, saet di 17:30'an de, dikin. Piştre berê xwe didin gora şehîd Firat Tûma ya li goristana şehîdên Suryan a bajarê Qamişlo.

(mh)

ANHA