Kelûpelên ku firotin veguherîn deriyê debara wê

Di 17 saliyê de hatiye zewicandin, 11 zarokên wê hene. Ji bo debarê karên çandiniyê, çêkirina tendûran, karên destan kirine û koçber bûye. Rojekê tiştên nava malê firotin û ew veguherîn deriyê debara malê.

20 hezîran 2024   06:17
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Xezala Kemal Ebas li gundê El-Xenamiyê yê girêdayî Dirbêsiyê hatiye dinê. Ew jî, yek ji welatiyên ku hikûmeta Şamê nasname nedaye wan e. Yanî li gorî pêkanîna ‘Kembera Erebî’ ya sala 1963’yan wekî “Biyanî” hatine binavkirin û bê nasname ne. Dayika Xezala dibêje ku ew ji 60 saliyê zêdetire, lê temenê xwe tam nizane û nasnameyek ku zayîna wê diyar dike jî nîn e. 

Malbata wê çotyarî kiriye û sewal xwedî kirine. Wê jî di 15 saliya xwe de li ber destê dayika xwe çêkirina tenûran fêr bûye.

17 SALIYÊ DE HAT ZEWICANDIN

Wekî gelek jinan ew jî hîn di temenê zarokatiyê, yanî di 17 saliya xwe de hatiye zewicandin û li gundê Çûlê yê girêdayî bajarê Amûrê bicîh bûye. Li gund 2 zarokên wê (keç û kûr) çêbûne. Ji bo debara xwe tenûrên nan ku ji dayika xwe fêr bibû çêkiren û çandiniya sebzeyan kiriye. Lê ev têrî debara wan nekiriye. Lewma di 20 saliya xwe wekî malbat koçî bajarokê Maarat Seydnaya yê li herêma El-Tall ê girêdayî Şamê kiriye.

Li Şamê 15 salan li gel hevjînê xwe di mezraeyekê de karê çandiniyê kiriye. Di vê navberê de 6 keçikên wê yên din çêbûne û zehmetiyên jiyanê kişandine. Lewma di sala 2010’an de careke din vegeriyan e Amûdê.

DESTPÊKEK NÛ

Dayika Xezala piştî vegeriyaye Amûdê, dest bi jiyanek nû kiriye. Di salên destpê de bi karên çandinî, karên destan, çêkirina tenûran, çêkirina kewarên mêşên hingiv (yên dar û heriyê) re mijûl bûye.  Di van salan de 3 keçikên wê din çêbûne. Lewma barê wê girantir bûye û lêgerîna ji bo debarê kûr kiriye.

Rojekê ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên malê, hin tiştên wekî balif, mehfûr (Xalîçe), sarinc û hin tişên mitbexê difiroşe. Bi firotina van tiştan re ji bo debarê fikrek nû di serê wê de çêbûye. Piştî lêhûrbûnekê, wê jî biryar girtiye ku li gundê xwe û yên derdorê tiştên kevin ên ku karibin werin bikaranîn kom bike.

KOMKIRINA TIŞTÊN BI KÊR HATÎ

Destpêkê li gundên derdorê tiştên wekî cil û berg, xalîçe, betanî, dolabên cilan, cilşo, kursî, kelûpelên mitbexê û hwd. kom kirine. Tiştên kom kirine, li malê ji nav hev derxistine, paqij kirine û li quncikekî xaniyê dest bi firotina wan kiriye. 

LI CIZÎRÊ HAT NASKIRIN

Piştî demekê kare wê pêş ketiye û qada komkirina tiştan jî berfireh kiriye. Li gorî gotina dayîka Xezala, ji Dêrikê, heta Girkê Legê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê ji gelek cihên Cizîrê tişt kom kirine. Bi vî rengî karê xwe mezin kiriye û  niha li ser mala xwe ya li Amûdê 3 dikan vekirine. Her wiha li tevahiya Cizîrê hatiye naskirin. Navê kurê wê Heval e. Lewma wekî ‘Dayîka Heval’ tê naskirin û rêzdarî jê re tê nişandan. Lewma di pirsgirêkên civakî de gotina wê tê guhdarkirin.

TIŞTÊN NÛ JÎ LI SER ZÊDE KIRIN

Dayika Xezala 8 keçên xwe zewicandine û niha 2 keçên wê li cem wê dimînin. Kurê wê jî zewiciye û çûye derveyî welat. Lewma ew hem tiştan kom dike hem jî li dikanan dinêr e. Gelek kes li wê diğerin û ew jî li gel hevjînê xwe diçe wan tiştan tîne. Dema diçe dikanan digire. Ji bilî tiştên kevin ên tên bikaranîn, li dikana xwe tiştên nû yên wekî pêlav, qumaş, tiştên xwarinê û hwd. jî bicîh kirine.

‘BÊYÎ KAR NIKARIM BIJÎM’

Xezala tevî ku rewşa wê ya aborî baş bûye jî dibêje ku ew nikare bêyî kar bijî û divê jin karibin di her qadekê cih bigirin,

Dayika Xezala, hedefa xwe ya pêşerojê jî anî ziman û got: “Ez dixwazim ji bo jinan kargehek dirûtinê vekim.”

Dayika Xezala, li rex dikandariyê, bi baxçeyê mala xwe re jî mijûl dibe. 

(a)

ANHA