Li ser sînorê Sûriye-Urdinê şer: Birîndar hene

Li ser sînorê Urdin-Sûriye komeke çekdar a dida madeyên hişbir û çekan derbasî Urdinê bikin û hêzên parastina sînor ên Urdinê de şer derket. Di şer de hejmareke hêzên parastina sînor ên Urdinê birîndar bûn.

Li ser sînorê Sûriye-Urdinê şer: Birîndar hene
18 kanûn, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî yê urdinî dane Ajansa Nûçeyan a Urdinê, vê sibehê li ser sînorê bakur şer di navbera hêzên parastina sînor ên Urdinê û komeke çekdar de rû da. Çavkanî  diyar kir ku di encamê de hewldana qaçaxçîtiya miqdareke mezin a madeyên hişbir, çekên otomatîk û moşek hat têkbirin.

Heman çavkanî da zanîn ku koma çekdar ber bi Sûriyeyê ve hat derxistin û di şer de hejmarek endamên hêzên parasatina sînor ên Urdinê birîndar bûn.

Çavkanî da zanîn ku di rojên dawîn de hewldanên derbaskirina sînor û qaçaxçîtiyê ku veguherîn şer zêde bûne û got: "Ev şer wekî berdewama kiryarên komên çekdar e ku di encamê de hejmareke qaçaxçî hatin kuştin, yek hat girtin û endamekî hêzên çekdar şehîd bû û yekî din birîndar bû."

(bb)