Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê û koçberên ji Serêkaniyê şervanê QSD'ê Demhat Serêkaniyê (Cabir Şêxmûs) oxir kir.

Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
Şehîd Demhat Serêkaniyê hat oxirkirin
1 adar, 2026   14:26
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîma cenaze yê şervanê QSD'ê Demhat Serêkaniyê (Cabir Şêxmûs) li dar xist ku 20'ê Çileya îsal di êrişa komên hikumeta demkî de li Sirînê şehîd bûbû.

Merasîm bi beşdariya bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Zehra Deqo axivî. Zehrayê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd Demhat ji zarokatiyê ve girêdayî berxwedan bû û di bersivdayîna êrişên li ser gelên herêman de cih girt, fedakar bû bi israr xeta hevrêyên xwe dişopand.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê fermandar Dêrsim Hesekê jî axivî û anî ziman ku gelê herêmê ji bo rûmet û hebûna xwe rojane berdêlan dide û wiha domand: "Şehîd Demhat yek ji ciwanên Kurd bû ku di nava rewşeke bi êş de mezin bû. Şahidî ji êşa koçberiyê û qetilkirinê ya li ser wî hatin meşandin dît. Ji ber vê yekê tev li refên berxwedanê bû. Di mercên herî zehmet de li ber xwe da. Li hemberî fitne û keleman sekinî."

Dêrsim Hesekê destnîşan kir ku êşa gel encamên planên dewleta Tirk a dagirker e û got, "Lê israra ciwanan, sekna wan a li kêleka YPG û YPJ û berxwedana gelê Kurd ev plan pûç kirin."

Dêrsim Hesekê di dawaiya axaftina xwe de anî ziman ku dê heya kêliya dawîn wefadarên gelê xwe be.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)

ANHA