Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin

Şervana YPJ’ê ya şehîd Bêrîtan Navdar li Pakrawangeha Şehîdan a li navçeya Amûdê hat veşartin.

Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê hat oxirkirin
19 sibat, 2024   14:51
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervana YPJ’ê Bêrîtan Navdar (Ronahî Rodî Îbrahîm) bi merasîmekê li Pakrawangeha Şehîd Îsmaîl a li navçeyê spart axê. Şervana YPJ’ê Bêrîtan Navdar 22’yê Çileyê di encama qezayeke giran de li bajarê Tebqayê şehîd bûbû.

Endamên saziyên sivîl, perwerde, Hêzên Ewlelkariya Hundirîn, şervanên YPJ’ê û endamên Kongra Star beşdarî merasîmê bûn.

Girseyê cenaze ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" berê xwe da Pakrawangeha Şehîd Îsmaîl.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Cewhir Osman sersaxî ji malbata şehîd re xwest û li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker banga mezinkirina têkoşînê kir. Cewahir Osman soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Çiya qala têkoşîna şehîd Bêrîtan kir û got, dê xeta şehîdan temam bikin ta hêviyên wan ên serkeftin û azadiyê pêk bînin.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Xalê şehîd Bêrîtan Ekrem Îbrahîm axivî û got, ew bi şehadeta Bêrîtan serbilind in.

Şehîd bi dirûşma "Şehîd namirin" li Pakrawangeha Şehîd Îsamîl hat veşartin.

(bb)

ANHA