Ciwanek ji aliyê nîjadperestên Tirk ve hat qetilkirin

Li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyeyê penaberekî sûriyeyî yê Kurd ji aliyê nîjadperestên Tirk ve hat qetilkirin.

Ciwanek ji aliyê nîjadperestên Tirk ve hat qetilkirin
19 sibat, 2024   14:55
NAVEND NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê nîjadperestên Tirk duh li penaberekî sûriyeyî yê Kurd ê bi navê Mihemed Cemal Qasim da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê da zanîn ku Mihemed Cemal Qasim ji gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya Efrînê ye.

Rêxistinê ragihand ku nîjadperestan bi kêran 15 derbe li ciwanê Kurd dane, piştre ew avêtin parkekê û li wir jiyana xwe ji dest daye.

(bb)

ANHA