Li Dêrazorê bazirganekî pereyên sexte hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî pereyên sexte li rojavayê kantona Dêrazorê girt.

Li Dêrazorê bazirganekî pereyên sexte hate girtin
19 sibat 2024   14:46
DÊRAZOR

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahiyên nû têkildarî hewldanên xwe yên li herêmê parve kirin û aşkera kir ku li rojavayê Dêrazorê bazirganekî pereyên sext girtiye. 

Navendê ev agahî parve kirin: "Sêşemê kesekî ku bazirganiya pereyên sexte dikir, li rojavayê Dêrazorê hate girtin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me piştî xebatên şopandinê, bi ser maleke li herêma Ebû Xeçeb a rojavayê Dêrazorê de girt û ew kes girt. 3 hezar û 100 dolarên sexte ku pê re bûn, desteser kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî qedandina lêpirsînan, kesê gumanbar sewqî aliyên têkildar hatiye kirin.

(şx)