Pevguhertina beşa duyemîn a dîlgirtiyan li Helebê hat paşxistin

Ji ber sedemên nenas ku heta niha nehatine zelalkirin, pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de ya ku diviyabû îro pêk bihata, hat paşxistin.

Pevguhertina beşa duyemîn a dîlgirtiyan li Helebê hat paşxistin
28 gulan, 2025   18:36
HELEB

Di 1’ê Nîsana 2025’an de têkildarî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û desthilata Şamê de peymanek ji 14 bendan hat îmzekirin; weke xurtkirina jiyana hevbeş û parastina niştecihan, qedexeya diyardeyên çekdarî, birêxistinkirina Ewlekariya Hundirîn û avakirina komîteyan ji bo pêkanîna bendan û hêsankirina tevgera çûn û hatinê.

Di benda 12’an a peymanê de tê gotin ku girtîgehên her du aliyan li parêzgeha Helebê ji girtiyan werin valakirin û hemû kesên piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin bi hev werin guhertin.

Di 3’yê Nîsanê de, anku piştî du rojan ji îmzekirina peymanê beşa yekemîn a pevguhertina  dîlgirtiyan pêk hat. Di wê beşê de 146 dîlgirtiyên ku piranî sivîl ên girêdayî Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê ku piranî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bûn, hatin berdan.

Piştî derbasbûna 55 rojan di ser berdana beşa yekemîn a dîlgirtiyan re, îro her du aliyan li ser forumeke pevguhertina beşa duyemîn a dîlgirtiyan li hev kir, cihê pevguhertinê jî li pêş deriyê Cizîrê yê li aliyê başûrê taxa Şêxmeqsûdê ya ber bi taxên Helebê ve hat diyarkirin. Lê ji ber sedemên nenas pevguhertin hat paşxistin.

Ev paşxistin di demekê de tê ku malbat û xizmên dîlgirtiyan bi hêviyeke mezin li benda vegera xizmên xwe bûn.

(fr)

ANHA