Li Siwêdayê parçebûna olî bandorê li yekitiyê dike

Li Siwêdayê nakokiyên di navbera rêberên olî yên civaka Durzî de zêde bûne, desthiladariya rûhanî li Swêdayê, di navbera sê şêxan û du desteyan hatiye dabeşkirin. Ev yek parçebûna helwesta siyasî û civakî ya Durzyên li Sûriyeyê nîşan dide.

Li Siwêdayê parçebûna olî bandorê li yekitiyê dike
Li Siwêdayê parçebûna olî bandorê li yekitiyê dike
Li Siwêdayê parçebûna olî bandorê li yekitiyê dike
21 tîrmeh, 2025   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberên olî li Swêdayê pergala bingehîn a nasnameya civaka Durzî ye û ji bo teşekirina hişmendiya siyasî, civakî û birêvebirina karûbarên endamên mezhebê xwedî roleke bingehîn e. Ev rêber ji bo mafên civakê bi desthilatên fermî re têkiliyan dike, nakokiyan çareser dike. Lewma her wisa desthiladarên Sûriyeyê di tevahiya dîrokê de xwestine ku vê rola rêberan bixin destê xwe.

Lê belê, van desteyan nekariye xwe ji parçebûnên navxweyî yên kevin xilas bikin. Di sala 2012`an de, di navbera Şêx Hikmet El Hicrî û Şêx Yûsif Cerbû de li ser serokatiya mezhebê nakokiyeke navxweyî derketibû. Ev bû sedema derketina du desteyan: ya yekem, bi serokatiya El Hicrî li Dar Qenawat û ya duyem bi serokatiya Cerbû û Hemûd El Henawî li Eyn El Zemanê. Ev nakokî heta roja îro jî berdewam dikin.

Di rojên dawî de, li Siwêdayê êrişên li ser civaka Durzî li bajar û gundewarên wê zêde bûn û aloziyên ewlehiyê çêbûne ku bûne sedema kuştina bi sedan kesan. Ji ber wilo careke din rol û helwestên rêberên olî yên Durzî yên herî navdar, ku wekî "Şêxên Aqil" têne naskirin, derket holê.

Van rêberên ku di civaka Durzî de xwedî cihekî girîng in, helwestên cuda li hember hikumeta veguhêz nîşan da, bi taybet helwestên der barê daxwazên Siwêdayê, dosyaya radestkirina çekan û girêdana mezhebê bi Şamê ve.

SÊ ŞÊX Û DU DESTE

Sê şêxên herî navdar ên Eqlê li Siwêdayê hene: Yûsif Cerbû, Hemûd El Henawî, û Hîkmet El Hicrî. Her yek ji wan nûneriya rêbezekî cuda dike, ev yek cudabûna nêrînên der barê siberoja Durziyan de nîşan dide.

Şêx Yûsif Cerbû, ji malbata navdar a Cerbû e, ku bi sedsalan Şêxaniya Cebel El Ereb kiriye. Ew hewl dide civaka Durzî nêzîkî hikûmeta veguhêz têxe bin destê wê. Cerbû dihat nasîn ku piştgiriya rejîma Esed a berê dikir, lê piştî zêdebûna pevçûnan, wî xwest bi Şamê re lihevhatinê bike û xwest saziyên dewletê vegerin û komîteyên çavdêriyê yên hevbeş werin avakirin.

Şêx Hîkmet El Hicrî, serokê Durziyên Muwehidîn e, li dijî peymanên agirbestê û bêçekkirina çekan bêyî razîbûna civaka Siwêdayê ye. El Hicrî piştî şêxîtî ji birayê xwe wergirt, banga berxwedana berdewam a li dijî hikûmeta veguhêz kir û got  ku Durzî rastî "şerekî tunekirinê" tên, her wiha got ku hikûmeta heyî "berdewama DAIŞ`ê û rêxistineke terorîst" e. Li gorî wî, çareseriya rastîn a têkiliyên bi Şamê re "nenavendîbûna demokratîk"e û her helwestên wî yên li dijî agirbestê bi hikûmeta veguhêz re, arîşeya kûr a di navbera xwestekên şêxan de dide nîşan ku hin ji wan  doza berdewamiya parastina çekdarî dikin û hin lihevhatinê dixwazin.

Şêx Hemûd El Henawî bi helwesta xwe ya nerm tê nasîn, doza diyaloga neteweyî dike û parçebûn û şerê navxweyî qebûl nake. Li gorî wî divê çek bi rêya saziyên dewletê werin kontrolkirin û destwerdana derve qebûl nake û dibêjê divê parastineke herêmî hebe. Bi îdiaya ku parastina sivîlan lihevkirina herêmî hewce dike. Tevî rola wî ya navbeynkariyê û xwesteka wî ya parastina aştiya navxweyî jî, wî di van demên dawîn de û piştî bûyerên dawîn ti daxuyaniyek an jî helwesteke rasterat nedaye.

Di rewşeke wiha de, hêzên hikûmeta veguhêz hewl didin kontrola xwe li ser Siwêdayê ferz bikin, rewşeke ku heta niha piştî pevçûnên xwînî yên di navbera hêzên leşkerî yên herêmî de, ku heta niha ev tişt pêk nahatiye, her wiha şerên dijwar di navbera hêzên xwecihî de ku bi tevahî fermanên El Hicrî pêk tînin û komên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz de qewimîn.

Der barê mijarê de raporên ji Îsraîlê diyar kirin ku hikûmeta veguhêz berî ketina Siwêdayê hevkarî bi Îsraîlê re kiriye, lê belê, wan payman binpê kirine ku bû sedema êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser hin deverên li Şam û Swêdayê.

Rewşa Siwêda di bin serokatiya van rêberên olî de, hîn jî tevlihev e ku nakokiyên kûr ên siyasî û civakî nîşan dide. Ev nakokî helwestên cuda ên "Şêxên Aqil" de nîşan dide, ku hin ji wan teslîmbûn û têkiliyên bi hikûmeta veguhêz re dixwazin, hinek din berxwedana çekdarî wekî erka parastina Durziyan û pêkanîna mafên wan dibînin. Di navbera wan de, siberoja vê devera stratejîk nediyar e.

(k)