Saziyên hiqûqî daxwaza lêpirsîneke serbixwe bo sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê, sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin û wek tawanên şer ên li gorî Peymana Romayê bi nav kirin.

Saziyên hiqûqî daxwaza lêpirsîneke serbixwe bo sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
14 ÇILE, 2026   13:23
KOBANÊ

Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê îro daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî ji aliyê parêzer Rozêf Kino û Şahîn Elî ve li ber Dadgeha Gel a li Kobaniyê, bi amadebûna parêzer û endamên wan saziyan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hikumeta demkî ya yekalî li Şamê êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê berdewam dike. Piştî komkujiyên li dijî pêkhateyên Elewî û Durzî, niha êrişî pêkhateya Kurd li taxên Şêxeqsûd û Eşrefiyê dike."

Dauyaniyê wiha berdewam kir: "Tawanên ku ji hêla çeteyên hikûmeta demkî ve hatine kirin, di êrişên wan ên li ser Eşrefiyê, Şêxeqsûd û Benî Zêd de, û êrişên li ser sivîlan, binesaziya sivîl, nexweşxane û taxên niştecihbûnê ku di encamê de di nav zarok û sivîlan gelek qurbanî çêbûn, binpêkirineke giran û aşkera ya peymana 1`ê Nîsanê ye."

Daxuyaniyê diyar kir ku êrişên li ser navendên tenduristiyê û bêrêzkirina cenazeyên şervanên berxwedanê binpêkirinên aşkera yên Peymanên Cenevreyê û prensîbên qanûnên navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên têkildar ên NY’yê hat kirin ku tavilê tedbîran bigirin, lêpirsînek serbixwe û zelal bidin destpêkirin da ku berpirsiyarên van êrişan hesab bidin. Her wiha ji dezgehên medyayê xwest ku li gorî pîvanên pîşeyî tev bigerin, dev ji zimanê nefretê û sorkirinê berdin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku siberoja Sûriyeyê nikare li ser tundiyê, dûrxistin an gurkirinê were avakirin, lê li ser rêzgirtina mafan, hesabpirsînê û misogerkirina rûmeta hemû pêkhateyên wê bê cudahî tê avakirin.

(k)