Saziyên çandî şerê qirkirinê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir

4 saziyên çandî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Saziyên çandî şerê qirkirinê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir
25 kanûn, 2023   18:05
QAMIŞLO

Îro roja 11`an a 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerî bû, dihat payîn ku panel, şahiyek ji bo îmzekirina pirtûkan û fîlmê "Nameyek ji Reqayê" bihatana pêşandan, lê komîteya amadekar a mîhrîcanê, di bernameya roja 11`an de guhertin çêkir.

Di vê çarçoveyê de, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, Yekitiya Nisîvkarên Kurdistanê-Sûriye, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li pêşiya navenda Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de cîgirê serokê Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê-Sûriye, Ebid El Semed Mehmûd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û sersaxî da malbatên şehîdan.

Dewleta Tirk a dagirker gelek dever li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Qamişloyê topbaran kirin. Di encamê de 7 welatî şehîd bûn û zêdetirî 10 din jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA