Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkarî ji Rojava re şand

Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkariyên mirovî derbasî Rojava kir.

Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkarî ji Rojava re şand
21 ÇILE, 2026   14:34
QAMIŞLO

Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî karwanekî alîkariyên mirovî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Karwanê tevî nûnerên saziyên civaka sivîl di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

Rêveberê Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed diyar kir ku 67 kamyonên alîkariyê anîne Rojava.

Ehmed diyar kir ku alîkariyên ji Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê hatine rêkirin, dê li her cihekî Rojava ku koçber lê hene, werin belavkirin.

(b)