Şaredariya Til Temirê bi şêniyan re xebatên xwe nirxandin

Şaredariya Gel a Til Temirê xebatên xwe yên di nîvê yekem ê salê de ji şêniyan re rave kirin, her wiha plana xebatê û projeyên nû yên ji bo nîvê duyemîn ê salê gotûbêj kirin.

Şaredariya Til Temirê bi şêniyan re xebatên xwe nirxandin
Şaredariya Til Temirê bi şêniyan re xebatên xwe nirxandin
Şaredariya Til Temirê bi şêniyan re xebatên xwe nirxandin
Şaredariya Til Temirê bi şêniyan re xebatên xwe nirxandin
Şaredariya Til Temirê bi şêniyan re xebatên xwe nirxandin
9 tîrmeh, 2025   15:17
HESEKÊ

Şaredariya Gel Til Temirê ya kantona Cizîrê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist. Civîn li Kafeteryaya Kanîr a li bajêr pêk hat. Nûnerên komînan, şêniyên bajêr, endam û rêveberên şaredariyan, saziyên civaka sivîl ên li bajêr beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de, xebat û projeyên şaredariyê yên 6 mehên derbasbûyî hatin vegotin. Li gorî plane şaredariyê di nava 6 mehan de projeyên sererastkirin û asfaltkirina rêyan, projeyên avê û kanalîzasyonê û kampanyayên paqijiyê pêk anîne.

Piştre nûnerên komînan û şêniyên bajêr der barê xebatên şaredariyê de nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Piraniya nêrînan der barê xizmetguzariya rojane û binesaziyê de bûn.

Şêniyan pêşniyar kir ku şaredarî projeyên ronîkirina kolanan û taxan, başkirina rêyan û zêdekirina hejmara projeyên paqijî û kanalîzasyonê li bajar û gundan pêk bîne.

Hevşaredarê Til Temirê Ridwan El Xelef plana nîvê duyemîn a salê jî nirxand. Li gorî El Xelef di planê de projeyên başkirina binesaziya bajêr, nûkirin û asfaltkirina rêyên sereke û yên taxan, her wiha pêkanîna çend projeyên paqijiyê û kanalîzasyonê di nav tax û gundên bajêr de hene.

(k)