‘Dîtina Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan em pir kêfxweş kirin’

Jinên ji Çilaxayê piştî temaşekirina vîdeoya banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, hestên xwe anîn ziman. Jinan ev kêlî wek "zayîneke nû" û "şahiya mezin" bi nav kir û tekez kir ku armanca wan a dawîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

‘Dîtina Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan em pir kêfxweş kirin’
9 tîrmeh, 2025   14:52
QAMIŞLO

Li bajarê Çilaxa di ku komeke jinan li Navenda Kongra Star nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo jineolojiyê dixwendin, dîmena banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hate weşandin, civîna jinan ve veguherî pîrozbahiyê.

Jinên ku li civînê bûn bi rêya ajansa me hestên xwe wiha parve kirin.

Fatma Rustem yek ji beşdarên civînê der barê mijarê got: "Ev nûçeya herî xweş bû ku min heta niha bihîstiye, bi taybet ji ber ku em di rûniştinekê de bûn û me nameya Rêber dixwend. Dema ku em derketin bêhnvedanê, me tomara vîdeoyê dît. Yekem tiştê ku bala me kişand dengê wî bû, ku ev bû 26 sal me nebihîstibû. Peyv têrê nakin ku ez kêfxweşiya xwe bînim ziman.”

‘BANGEKE BINIRX E’

Jina bi navê Fida Esaf jî got: "Wek welatiyeke Ereb, ez serbilind im ku min rêya Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye. Ez pê serbilind im ji ber ku ew dostê rastîn ê jinan û doza wan e. Bihîstina dengê wî îro me kêfxweş kir û em ê xwe li gorî nêrîn û banga de bi rêxistin bikin, ji ber ku wî tenê ji bo me têkoşîn û fedakariyê kiriye. Azadiya wî daxwaza me ye û ji bo pêkanîna wê daxwazê têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘KU WÎ DI NAVA XWE DE BIBÎNIN DÊ ŞAHIYA ME TEMAM BIBE’

Hefiza Mihemed Ehmed ku wêneyekî Rêber Abdullah Ocalan di destê wê de bû, got: "Îro me nûçeya herî xweş wergirt ku em 26 sal e bê westan li bendê ne. Bihîstina dengê wî ji me re xewn bû, heya ku ew azad nebe û dîsa di nav me de neyê dîtin kêfxweşiya me tamam nabe.”

Hefîza Ehmed her wiha got: "Daxwaza me ya domdar a 26 salan azadiya wî ya fîzîkî ye û dem hatiye ku em vê daxwazê ​​bi cih bînin. Şahiya me, armancên me û armancên şehîdên me dê temam nebin heya ku Rêber azad nebe. Em têkoşîna xwe bidomînin heya ku wê armancê pêk bînin.”

(k)