Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe

Meclisa Jinan a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi boneya meha Remezanê, Roja Jinan a Cîhanê û Cejna Newrozê rêzeçalakî da destpêkirin.

Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
Şaredariya Qamişloyê ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar dixe
1 adar, 2025   22:38
QAMIŞLO

 Meclisa Jinan a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi boneya meha Remezanê, Roja Jinan a Cîhanê û Cejna Newrozê, bi diruşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Sûriya demokratîk ve" dest bi rêzeçalakiyan kir.

Îro li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê çalakiyek hat organîzekirin. Wê çalakî ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê rêzeçalakî bidomin.

Bernameya rêzeçalakiyan wiha ye: Roja yekem Koma Erada, roja duyem pêşbirka zarokan, roja sêyem çand û huner, roja çarem şahiyeke curbecur, roja pêncem koma Mihemed Şêxo, roja şeşem koma Yarthoutha ya girêdayî Komeleya Çanda Suryaniyan, roja heftem koma Mihemed Şêxo û roja dawî ya heştan bi pîrozkirina roja Jinan a Cîhanî, çalakî bi dawî dibin.

Îro jî koma bi navê Seyf El Şam, koma Parada El Şamiyê (Erada), ku ji 12 lîstokvan pêk hat, çalakiyek li dar xit. Çalakî bi cil û bergên xwe yên Şamî hat pêşkêşkirin. Di çalakiyê de dehan xelkê Qamişloyê, endam û rêveberiya şaredariyê beşdar bûn.

Rêvebera Meclisa Jinan a Şaredariya Gel Efîfa Silêman ji ajansa me re axivî û wiha got: ”Destpêkê wê ev rêzeçalakî ku ji 1`ê Adarê û heya 8`ê Adarê dewam bikin. Hemû çalakî li heman cihê, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê tên lidarxistin. Armanc ji van çalakiyan ew e ku rola jinan di civakê de bê xurtkirin."

(ekîb/fr)

ANHA