Meclisa Leşkerî ya Siwêda ji bo Ceremana rewşa awarte ragihand

Piştî pevçûnên dijwar li Ceremana yê gundewarê Şamê ku di encamê de kuştî û birîdnar çêbûn, Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê rewşa awarte ragihand. Her wiha serokwezîrê Îsraîlê perspektîv da artêşê û got ji bo parastina Ceremana yê Durzî yê gundewarê Şamê amade bin.

Meclisa Leşkerî ya Siwêda ji bo Ceremana rewşa awarte ragihand
1 adar, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di navbera xelkê bajarê Ceremana û endamên Ewlekariya Hundirînê ya Ceremana ya girêdayî desthilata Şamê de pevçûn çêbûn, di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û 9 kes jî birîdnar bûn.

Di navbera çekdarên Ewlehiya Giştî û komên çekdar ên xwecihî de li ser paşxaneya kuştina endamekî û revandina endamekî din ji Ewlehiya Giştî, şer derket.

Girêdayî mijarê, Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê daxuyaniyek da û got: "Ji ber pêşdeçûnên meydanî yên xeternak ku li bajarê Ceremana rû didin û ji bo pêkanîna parastina gelê, Meclisa Leşkerî rewşa awarte radigihîne û bang li tevahî yekîneyên xwe dike ku parastina gel bike."

Her wiha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu perspektîv da artêşa Îsraîlê û got ji bo parastina Ceremana yê Durzî yê li gundewarê Şamê di nava amadekariyê de bin.

(fr)